“Divê em li dijî tecrîdê asta têkoşîna xwe bilintir bikin”

Endamên Parlamenta Ewropayê di sala 12’an de em kampanya ji bo azadiya Ocalan xurtir bikin.

Nobeda Azadiyê, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê destpê kir, kete hefteya 573’an.

Çalakgerên vê hefteyê jî endamên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Ewropayê ya KNK’ê bûn.

Bi wesîleya sala 12’an a Nobeda Edaletê, endamên Parlamenta Ewropayê Alfonsî û MacManûs tevlî nobetê bûn û gotin:

Divê em ji bo mezinkirina kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ hîn zêde karbikin.

Macmanûs: Abdullah Ocalan mifteya çareseriyê ye

MacManûs destnîşan kir ku ji bo çareserkirina şerê li herêmê Abdullah Ocalan mîna mifteye.

Akademîsyenê Spanî Loûîs Lemkow jî xwest Rêber APO tavilê bê berdan.

Alfonsî: Em ji Enqereyê li benda daxuyaniyekê ne

Parlamenterê Partiya Kesk (Korsîka) Françoîs Alfonsî jî diyar kir ku ew derbarê tecrîdê de li benda daxuyaniyeke Enqerê ne, ev rewş nema tê qebûl kirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî bang her kesî kir ku li dijî tecrîdê asta têkoşînê xurtir bikin

“Rêber Apo rêya yekane ya çareseriya krîza Rojhilata Navîn e”

Back to top button