Ciwanên Mexmûrê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Ciwanên Mexmûrê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo û cezayên nû yê qedexekirina hevdîtinan şermezar kirin.

Ciwanên Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan têkîldarî rewşa Rêber Apo daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya ji aliyê ciwana bi navê Zehra Gungen hat xwendin , tê de hat gotin :

“Ev 26 salin Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de ye.

Ev 32 mehin agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Her wiha 6 heyv din jî hevdîtin qedexekirine.

Em wek ciwan û jinên ciwan ên Mexmûrê vê tecrîda dij mirovî û van cezayên der yasayî qebul nakin.”

Her wiha di daxuyaniyê de bang li tevahî ciwanan hat kirin ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan.

Back to top button