Ramî Ebdulrehman: Bi bêdengiya navnetewî guhertina demografîk pêk tê

Rêveberê Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji Ronahî TV re destnîşan kir ku guhertina demografiya Efrînê ji xetertirîn binpêkirinên dewleta Tirk e. Ramî Ebdulrehman teqez kir ku herêmên herî bi ewle li Sûriyê, herêmên Rêveberiya Xweser in.

Ramî Ebdulrehman Rêveberê Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ji Ronahî TV re teqez kir ku niha guhertina demografîk li Efrînê çêdibe û herêmên Rêvberiya Xweser bi yên herî bi ewle bi nav kir.

Ji dizî, destdirêj û bi wê de tir bigire, heta bi guhertina demografîk re derkeve.. li Efrîna dagirkirî îro roj ev sûc hemû tên kirin.

Dewleta dagirker di nava bêdengiya navnetewî de, demografiya Efrînê diguherîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku li gundê Xalta yê şêrewa wargeheke nû ya bi navê ” Kiwêt El- Rehme” ji malbatên çeteyan re ava dikin.

Li gorî Rêxistinê, Komeleya bi navê ” Şam El-Xêr” ku piştevaniya darayî ji Kiwêt û Qeterê digire, wê di wargehê de 300 avahîyî lê bike.

Têkildarî mijarê, Rêveberê Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji bernameya M’i El-Hedes a Ronahî TV re axivî.

Binpêkirinên herî xeter ên dewleta Tirk a dagirker, avakirina wargehan ji bo malbatên çeteyên li Efrînê ye..

Bi vê yekê guhertina demogurafîk û li gel bêdengiya navnetewî pêk tê.

Wargehan ji malbatên çeteyan re ava dikin, ev jî hemwextî koçberkirina şêniyên Efrînê yên resen çêdibe.

Ev projeya avakirina wargehan ne ya yekem e..

2’ê vê mehê, Hikumeta Demkî ya Îtîlafa Sûrî ya girêdayî Trikiyê ragihand ku wan li navçeya Cindirêsê dest bi avakirina wargehekê li derdora gundê Kefersefrê kiriye û dê 247 avahiyan lê bikin.

Ev projeya avakirina wargehan ji aliyê Komeleya “Kiwêt Rehme”pêk tê, lewra Ramî Ebdulrehman anî ziman ku ew ê hikûmeta Kiwêtê hişiyar bikin da beşdarî guhertina demografiya Efrînê nebe.

Avakirina van wargehan ji aliyê komelaya Kiwêt El-Rehma tê avakirin, niza ev yek bi erêkirina hikumeta Kiwêtê ye an na.

Em ê pêwendiyê bi hikûmeta Kiwêtê re bikin, da ku beşdarî guhertina demografîk li çi herêmeke Sûrî, bi tayebt li Efrînê nebe û vê pêngavê rawstîne.

Li Sûriyê, herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de tevlihev in, li herêmên Rêveberiya Xweser tevî têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê, ewlehî û aramî heye..

Rêveberê Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman da zanîn ku herêmên herî bi ewle li Sûriyê, herêmên Rêveberiya Xweser in.

Ramî Ebdulrehman: Herêmên Rêveberiya Xweser ên herî bi ewle ne

Herêmên herî bi ewle li Sûriyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne…

Tevî ku şaneyên DAIŞ’ê carcaran li van herêman êrîşan dikin jî, lê bi destê hin aliyan ve tên tevgerkirin, da bidin xuyakirin ku ev herêm ne bi ewle ne…

Back to top button