Piştî şerê Serê Kaniyê 100 çete hatin girtin

Li Serê Kaniya dagirkirî, piştî şerê xwe bi xwe yê di navbera çeteyan de, 100 çete ji koma Ehrar El-Şerqiye hatin girtin.
Li Efrînê jî ji ber destdirêjiya çeteyan li jinan, di navbera çete û malbatên wan de şer û pevçûn çêbûn.

Halê hariz li herêmên dagirkirî ti rengê ewlehiyê nemaye û her û her tevlihevî serwer e.

Berî du rojan li Serê Kaniya dagirkirî, şer di navbera komên çete de rû da, li gel kuştî û birîndarên çeteyan, 4 sivîl jî birîndar bûbûn.

Piştî vî şerê giran, koma qaşo “Displîna Leşkerî û Polîsên Sivîl” tevî 50 panzêrên dewleta Tirk û 20 erebeyên ku çekên doçka li ser hebûn, dest bi pêngaveke girtina endam û alîgirên çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye kir.

Ajansa nûçeyan ANHA’yê diyar kir, ji duh ve nêzî 100 çete ji komên girêdayî artêşa Tirk a dagirker û malbatên wan hatin girtin û piraniya wan ber bi Tirkiyê ve hatin şandin.

Jimareke çete ber bi bajarokê Silûk û Girê Spî ya dagirkirî, reviyan. Her wiha çeteyên Diri El-Heseke û alîgirên wan jî hatin girtin.

Ji ber destdirêjiya çeteyan li jinan şer derket

Duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Stêr ê Efrînê jî destdirjî li jinan kir.

Malpera Afrîn Post diyar kir ku ev yek bû sedema derketina şer û pevçûnê di navbera çete û malbatên çeteyan ên ji Himisê.

Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn, ev yek jî tirs di nava xelkê de çêkir.

Ji ber diziya alavên stasyona Kêla av ji ser 6 gundan hat birîn

Li aliyekî din, kesine nenas diziya alavên stasyona avê ya Kêla li navçeya Bilbilê ya Efrînê kirin.

Ev jî bû sedama ku ava ji ser 6 gundan raweste.

Malbatên çeteyan gefa kuştinê li şêniyên Efrînê dixwin

Di heman çarçoveyê de, malbatên çeteyan ên li nêzî gindê Zerga pezên xwe berdidin nava mergên tirî yên gundê Kêla.

Li gorî Malpera Afrîn Post, eger şênî nehêlin pez di nava mergên wan de biçêrin, malbatên çeteyan gefa kuştinê li wan dixwe.

Ji destpêka meha Nîsanê ve 13 kes li Efrînê hatin revandin

Bi ser van hemû sûcan de, revandin jî rêbazekî serek ê çeteyên Tirkiyê ye.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî revendina 13 sivîlên Efrînî ji destpêka meha Nîsanê ve belge kir.

Li gorî Navenda Belgekirinê navê kesên revandî wiha ne::

  • Ebdîn Şêxmûs Mûsa 52, ji gundê Beidîna
  • Hesen Arif Şêxo 32, ji gundê Qîbara
  • Hisên Ebû Mihemed 35, ji gundê Mêydana
  • Emîr Mistefa Cencî 27, ji gundê Meirata
  • Mahir Xalid Oso 20, Misstefa Ebas El-Ehmed 22
  • Betal Fethî Betal 42, Hisên Omer Elûş 22
  • Şêro Mihemed Xelîl 23, Xelîl Mihemed Elî 21
  • Reşîd Osman, ji gundê Hac Xelîl
  • Zekeriya Ibrahîm Omer, ji gundê Dûdê
  • Mihemed Elî Elo, ji bajarokê Meydankê
Back to top button