Li Nînewayê 2 serçeteyên DAIŞ’ê ketin destê hêzên Iraqî

Li parêzgeha Nînewayê, 2 serçeteyên DAIŞ’ê ketin destê hêzên Istixbarata Iraqî.

Istixbarata Leşkerî ya Iraqî Duşemê ragihand ku 2 serçeteyên DAIŞ’ê piştî ku ji sînorê Sûriyê derbasî Iraqê bûn, ji aliyê hêzên wan ên li rojavayê Nînewayê, hatin armanckirin.

Li gorî istixbaratê, her du serçeteyên girtî weke berpirsên “zekat û talanê” kar dikirin.

Li Diyalayê fermandareke Iraqî hatin birîndarkirin

Li gundê El-Hîtawiyîn ê Diyalayê jî û li ser destê heman çeteyan, fermandarekî artêşa Iraqî hat birîndarkirin û 10 pompeyê çandiniyê hatin şewtandin.

Back to top button