Qurbanên çekên kîmawî li Swêdê doz li dijî hikûmeta Şamê vekirin

Kesên ku ziyan ji êrîşên bi çekên kîmyawî yên hikûmeta Şamê dîtine, li Swêdê doz vekirin.

Ajansa nûçeyan Reutersê ragihand ku komek parêzer ku nûnertiya qurbanan dikin, îro doz radestî polîsên Swêdê kirin.

Parêzeran bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa hikûmeta Şamê, sala 2013’an li Xûta û di 2017’an li Xan Şêxûn, çekên kîmyawî bi kar anîbûn û bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn.

Di daxuyaniyê hat xwestin ku lêpirsîn der heqê hikûmeta Beşar Esed de were destpêkirin.

Back to top button