DFG û MKGP’ê diyar kir ev salek e 15 rojnamevan dîl hatine girtin û got “Em ê nivîsandina rastiyan bidomînin.”
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tekildarî endamên xwe ên girtî daxuyaniyek dan.
Daxuyanî li ber deriyê Edliyeya Amedê bi zimanên tirkî û Kurdî hate dayîn.
Rojnameger Rojda Aydin diyar kir ku zextên li ser rojnamegerên di hedefa desthilatê de ne her roj zêde dibin û wiha got:
“Desthilat û darazê nêzîkatiya xwe ya dijminatiyê ya li dijî çapemeniya Kurdî û Kurdan di serê sala 2022’yan de bi awayekî zêde domand.
Tevî ku derbarê hempîşeyên me de delîlekî sûc tune ye jî wan di girtîgehan de digirin û bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin.”
Rojda Aydin, anî ziman ku ji bo mafê girtina nûçeyan a civakê bê astengkirin tê xwestin Çapemeniya Azad bê bêhn bimîne û got:
Darazê ev yek ji xwe re kiriye peywîrek.
Rojnamevanan di dawiyê de diyar kirin dê li hemberî êriş û zextên desthilatê serî natewînin û ew ê ji nivîsandina heqîqetê paş ve gavê neavêjin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.