Li Bengladeşê baranên Musonê: 29 kes mirin

Li Bengladeşê baranên Musonê welat xistiye bin bandora xwe.
Ji ber barana zêde lehî rabû.
Zarok jî di nav de 29 kes mirin û 11 jî winda ne.

Baranê bandor li 480 hezar kesî kir.

Ji ber barana bû sedema lehiyê li Bazara COX ê 16 kes mirin.

Ji wan 3 zarokin.

Tê texmînkirin ku ji ber lehiyê li herêmê nêzîkî 128 hezar dolar)zirara madî çêbûye.

Hat destnîşankirin ku rêya bejahî ya di navbera Chattogram û Bazara Cox’s de, ji ber ava lehiyê hat girtin.

Piştî demekê av kêm bû, rê careke din hate vekirin.

Komîserê Chattogramê Ebûl Beşar Mihemed Fexruzzeman diyar kir ku di lehiya li herêmê de nêzî 800 hezar kes mexdûr bûne.

Her wiha 13 kes mirin û herî kêm 9 kes jî winda ne.

Ji ber baranên musonê ku bi giştî di navbera Hezîran-Îlonê de li Bangladeşê de dibarin, salane bandorê li ciyana bi hezaran kesî dike.

Li herêmên lehiyê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Back to top button