KCDK-E beşdarî pêgava Azadî ji Abdullah Ocalan re bû

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew beşdarî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî, bûne.

KCDK-E ku mezintirîn saziya sîwanê ya Kurdên li derveyî welat e, têkildarî pêngava cîhanî ya ku dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmehê de li zêdetirî 100 navendan bi daxuyaniyên çapemeniyê ragihandine, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em pêngava 10’ê Cotmehê ya ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin silav dikin.

Pêngava navneteweyî ku xeleka li dora Rêber Apo ye ku 25 sal in li Îmraliyê di hucreya yek kesî de dîl tê girtin, bûye xala herî girîng a têkoşîna me ya azadiyê.

Bi xebatên siyasî, huqûqî, dîplomatîk û gelemperiyê bênavber vê pêngavê bimeşînin.

Em banga xwedîderketin û pêşxistina pêngavê li her kesî dikin.”

Li Hesekê kesayetên siyasî û rewşenbîr banga tevlîbûna pêngavê kirin

Back to top button