Li Hesekê kesayetên siyasî û rewşenbîr banga tevlîbûna pêngavê kirin

Welatî, kesaysetên siyasî û yên rewşenbîrî yên ji bajarê Hesekê piştgiriya xwe ji bo pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” re anîn ziman û banga tevlîbûnê kirin.

Welatiyê bi navê Ebdurezaq Mihemed anî ziman ku pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a li 74 welatan hatiye destpêkirin asta bandoriya wî ya li cîhanê û mirovahîxwazan nîşan dide.

Mihemed bang li gelên herêmê û sazî û partiyên wê kir ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tev li vê pêngavê bibin.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Mihemed jî diyar kir ku dewletên hegemonîk bi dîlgirtina Rêber Apo armanc kir ku fikr û felsefeya wî asteng bikin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ezher Ehmed jî banga tevlîbûna pêngavê kir wiha got:

“Divê em xwe bigihînin tevahî rewşenbîrên cîhanê, divê em pirsgirêka Kurd û sedemên komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî û tecrîda li ser wî bi wan bidin naskirin. Bi rêya vê pêngavê em dikarin dengê xwe bighînên cîhanê.”

Li Helebê piştgiriya Pêngava ji bo Azadiya Rêber Apo hat kirin

Back to top button