Li Helebê piştgiriya Pêngava ji bo Azadiya Rêber Apo hat kirin

Şênî û saziyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê jî bi daxuyaniyekê piştgirî dan pêngava ji bo azadiya Rêber Apo.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye têkildarî pêngava ji bo azadiya Rêber daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Qada Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya bi dehan kesayetên civakî, siyasî û çandî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Apo hate şermezarkirin.

Hate diyarkirin ku ji bo çareseriya alozî û pirsgirêkên herêmê pêwîstî bi nêrîn û pradîgmaya Rêber Apo heye.

Her wiha hate diyar kirin Kurd dijminatiyê li kesekî nakin lê dixwazin bi awayekî wekhev û azad bijîn.

Back to top button