Kujerê Deniz Poyraz li Minbicê hatiye perwerde kirin

Îfadeyên kujerê Deniz Poyraz, Onur Gencer derketin holê. Kujer li xwe mikur hatiye ku wî li Minbicê perwerde dîtiye û di hedefa wî de gelek siyasetmedarên Kurd û HDP’yî hene.

17’ê Hezîranê nijadperestê bi navê Onur Gencer ku bi gelek rayedarên AKP’ê re wêneyên wî hene, êrîşî avahiya HDP’ê ya bajarê Îzmirê kir û xebatkara HDP’ê Deniz Poyraz qetilkir.

Kujer Onur Gencer di îfadeyên xwe yên li miduriyeta polisan de li xwe mikûr hatiye ku li Minbicê hatiye perwerdekirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê ku xwe gihandiye hin girtekên gotinên kujer Onur Gencer, di hedefa wî de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyê Bariş Atay û Parlamentera berê ya HDP’ê Leyla Zana hene.

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Mahfûz Guleryuz, diyar kir ku konên ku li pêşiya avahiya wan hatiye avakirin ji êrişan re bingeh ava dike.

Kujer Gencer jî di îfadeyên xwe de gotiye kesên li ber avahiya HDP’ê bandor lê kirine û ev tişt gotiye:

“Dema ku di wê dîrokê de min li ser Googlê lêkolîn dikir, dîmenên malbatên ku HDP’ê di revandina zarokên wan de navbeynkariyê kiriye bandor li min kir. Di biryara ku min da de fikirîm ku çiqas mafdar im.”

Kujer Gencer parvekirina cenazeyê Denîz Poyraz a li ser medya civakî jî wiha eşkere kir:

“Armanca min bi parvekirina wêne ew bû ku PKK’iyên wêne bibînin û bên avahiyê da ku wan jî bikujim.”

Di lêpirsîna xwe de kujer Gencer, daye zanîn ku gotinên “keşfa hundir” û “keşfa derve” jî dema ku li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kesên leşker hîn bûye û ev agahî daye:

“Rast e min van gotinan dema ku li Minbicê bûm ji personelên leşkerî ku bi wan re dixebitîm bihîst. Dema ku di nav xwe de qala operasyonan dikirin van axaftin dikirin û digotin û xweşa min jî çibû. Min wateya van gotinan ji vegotinên wan hîn bûm. Min jî van gotinan di îfadeyên xwe de bi kar anîn. Heta ji ber ku ji gotina ‘serwext dikim’ pir hez dikim hin caran di jiyana xwe ya asayî de jî bi kar tînim.”

Back to top button