Efrîn..di encama êşkenceyên dagirkeran de sivlîekî 55 salî jiyan xwe ji dest da

Li Efrîna dagirkirî, her diçe sûc û hovîtiya dewleta Trik û çeteyên wê zêd dibin.
Li navenda Efrînê istixbarata dewleta Trik du zarok revandin.
Ji navçeya Cindirêsê û Şiyê jî 4 sivîl hatin revandin.
Navenda Belgekirinan Binpêkirinan li Bakurê Sûrî eşker kir ku ji destpêka vê mehê heyta niha, 32 Efrînî hatin revandin.

Sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî, bê navber dewam dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku şêniyê bi navê Xalid Elo yê ji gundê Qitmê yê Şera di encama êşkenceya çeteyan de jiyan xwe ji dest da.

12’ê Hizîranê, çeteyan bi hovîtî sivîlê 55 salî êşkence kir, di encamê de piştî pênc rojan Xalid jiyana xwe ji dest da.

Li navenda Efrînê istixbarat Tirkiyê du zarokên bira revandin

Li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê jî, istixbarata dewleta Tirk a dagirker du zarokên ji gundê Çeqelê Ortê yê Şiyê revandin.

Li gorê rêxistinê, zarokên bi navê Henan Menan Betal ê 15 salî û birayê wî Menan ê 14 salî hatin revandin, heya niha jî çaranûsa wan ne diyarin.

Li navçeyên Cindirêsê û şiyê 4 sivîl hatin revandin

18’ê Hizêranê jî, istxbarata Tirkiyê şêniyên bi navê Hemdan Hisênê 56 salî û Mistefa Hemdan ê 30 salî ên ji gundê Axcelê yê Cindirêsê revandin.

Rêxistinê diyar kir ku dema revandinê her du sivîl bi giranî hatin êşkencekirin û ber bi cihekî ne diyar ve hatin birin.

17’ê Hizîranê, ji gundê Hêkiçê yê Şiyê şêniyê bi navê Mistefa Şêx Mistefa hat revandin.

Heman rojê jî li navçeya Cindirêsê ciwanê bi navê Sibhî Cemîl Soranî yê ji gundê Ceqelê Cûmê revand.

Di vê derbarê de navenda Belgekirinan Binpêkirinan li Bakurê Sûrî eşker kir ku ji destpêka vê mehê heya niha, 32 Efrînî hatin revandin.

Dagrikeran li ser erdên şêniyên koçber mizgeftan ava dikin

Li aliyekî din, ji bo belavkirina fikrên xwe yên tundrew çeteyan erdên şêniyan desteser dikin û mizgeftan li ser ava dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir dagirkeran li taxa Eşrefiyê yê Efrînê mizgeftek li ser erdên şêniyên ku hatin koçberkirin, ava dike.

Dagirkeran redên şêniyên bi navê Arif, Hesen, Mistefa û Mihemed Emîn yên ji malbata Emo yên ji gundê Tirndê dest ser kirine.

Li gorî rêxistinê, ev mizgeft rêxsitina Sîriye Yardim a girêdayê Rêxistina Ixawn El-Mislimîn ava dike.

Back to top button