Şêniyên Girkê Legê ya kantona Qamişlo êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Bi sedan ji şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê meşiya. Çalakiya konvedanê ya li Kobanê jî hatî lidarxistin di roja 2’an de ye. Ciwanên Minbicê jî bi daxuyaniyekê banga rawestandina êrîşan kir.

Çalakiyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin.

Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li Girkê Legê meşek bi tevlibûna bi sedan kesî li dar xist.

Piştî ku meş li navenda navçeyê veguherî mîtîngê, li ser navê Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Egîd Kerho axivî.

Çalakiya konvednanê ya Kobanê di roja 2’an de ye

Çalakiya konvedanê ya ku li Kobanê bi heman armancê hatî lidarxistin di roja 2’an de dewam dike.

Bi dehan ji şêniyan berê xwe dan bi konê çalakiyê û li berxwedana Gerîlayan xwedî derketin..

Kesên ku tevli çalakiyê bûn diyar kirin ku ew li pişta gerîlayên Azadin û wê çalakiyên xwe li dijî dagirkeriyê dewam bikin.

Ciwanên Minbicê banga rawestandina êrîşan kir

Meclisa Ciwanan ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê jî bi daxuyaniyekî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir.

Ciwanan bang li Civaka Navneteweyî kir ku sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker e deyne.

Back to top button