Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê wê bicive

Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê ragihand ku wezîr Luigi Di Maio û hempîşeyê wî yê Amerîkî Antony Blinken dê civîna wezîran a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bi rê ve bibin.

Wezaretê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di civînê de dê derfetek ji endamên koalîsyonê re ji bo nûkirina pabendiya giştî ya endamên koalîsyonê ji bo têkbirina DAIŞ’ê were dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civîn wê li paytexta Îtalya Romayê di 29’ê Hezîranê de were lidarxistin.

“Diyar e ku sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg û Josep Borrell dê beşdarî civînê bibin.”

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê, roja înê ragihand ku Blinken wê hefteyekê li Ewropayê bimîne.

Tê payîn ku Blinken bi serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

Back to top button