HPG: Li Metîna leşkerekî dagirker yê Tirk hat kuştin

Gerîlayên Kurdistanê rojane li başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakiyan dikin. HPG’ê ragihand di encama çalakiyek sekvanî ya li herêma Metîna de leşkerekî dewleta Tirk hate kuştin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rojane bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de 19’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li ser Girê Koordînê yê herêma Metîna çalakiyeke sekvaniyê hate lidarxistin.

Hat diyar kirin di encama vê çalakiyê de leşkerekî Tirk yê dagirker hat kuştin.

HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî yên li ser başûrê Kurdistanê jî dewam dikin.

Hat diyar kirin 18 û 19’ê Hezîranê herêmên Metîna, Zap û Avaşînê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Hat gotin di encama van bombebaranan de li qadê şewat derketiye.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayê bi navê Şervan Cotkar, Şervan Ronahî û Pelda Gilîdax ku 12’ê Hezîrana 2017’an li herêma Xakurkê şehîd bûn, eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza pêkanîna armancên wan da.

Back to top button