TEV-DEM: Ji bo parastina Şengalê divê gelê Kurd seferber bibe

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM li dijî planên dagirkirina Şengalê banga seferberiyê li gelê Kurd kir.

TEV-DEM anî ziman ku artêşa Iraq û pêşmergeyên PDK’ê revîn û Şengal di nav lepên DAIŞ’ê de hiştin.

TEV-DEM’ê rola Civaka Êzidî ya Şengalê ku li ber xwe da û teror têk bir, destnîşan kir.

TEV-DEMê diyar kir ku tevlêbûna hikumeta Iraqê li lihevkirinên bi PDKê û dewleta Tirk re nakevin xizmeta gelê Iraqê û got:

“Eger biryarên çewt were dayîn, dê ji bo vejandina DAIŞ’ê li tevahî Iraqê bibe piştgiriyek.”

TEV-DEM’ê bang li gelê Kurd kir ku bi hemû derfetên xwe ji bo parastina Şengalê seferber bibin.

Back to top button