Çalakiya greva birçîbûnê di roja 108’an de ye

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya Rêber Apo kete roja 108’emîn, li gel vê çalakiya piştgiriyê ya Mexmûrê û Yewnanistanê jî didome.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin.

Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 22’yemîn dewr girt, di roja 108’emîn de dewam dike.

Greva li Mexmûrê di roja 87’emîn de ye

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.

Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kirî, di roja 87’emîn de didome.

Li Yewnanistanê di roja 70. de dewam dike

Çalakiya penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî 70’ê roj li pey xwe hişt.

Dayîka girtiyan: Li Tirkiyê edalet tune ye

Malbatên girtiyan ji banga hestyariyê dikin.

Şukriye Çoko ya dayika 2 girtiyên siyasî yên bi navê Mizgîn Çoko û Mehmet Çoko ye.

Şukriye gumanên xwe ên di derbarê rewşa girtiyan de û grevên birçîbûnê anî ziman û got:

“Li dijî bêmafiyan, li dijî bêdadî û bêhiqûqiyê bi hezaran girtî di grevê de ne. Divê herkes li hemberî binpêkirina mafan bisekine.”

Jinan li Kolnê name ji NY re şand

Li kêleka vê, pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan didome.

Endamên Meclisa Jinan a Viyan ya Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo ji Sekreterê Giştî yê NY’ê re name şandin.

Berdevkên Meclisa Jinan ragihandin ku şaxa Kolnê ya pêngav “100 sedem” armanca ku diyar kiribûn derbas kir.

Bi rengekî serkeftî jî qedandine û heya niha bi sedan îmze ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan kom kirine.

Back to top button