Malbatên qurbanên Komkujiya Helebceyê: Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tenê me di salvegeran de bi bîr tîne

Hikûmeta Başûr Kurdistanê tevî xêr û bêra xakê, birîndar û malbatên qurbanên komkujiya Helebceyê paşguh kirine û ti alîkariyan pêşkêşî wan nake. Dayikên ku ji ber kîmyabaranê hê jî êşê dikişînin, xemsariya desthilatê şermezar dikin û banga mafê xwe dikin.

33 sal di ser komkujiya kirêt a ku li bajarê Helebceyê rû dabû, derbas dibin, lê hê jî bêmafî der heqê malbatên qurban û birîndarên kîmyabaranê de tê domandin.

Digel bêdengiya navdewletî ya wê çaxê, hikûmeta Başûrê Kurdistanî jî heya vê rojê ji bo birîdaran, ti alîkarî pêşkêş nekirine.

Dayikên ku ji jenosîda Helebceyê ya hovane filitîbûn, li ser vê mijarê ji ajansa Roj NEWS’ê re axivîn.

Suybe Mihemed, a ku ji ber kîmyabaranê herdu çavên xwe ji dest dane, wiha dibêje:

“Di kîmyabaran de 3 zarokên min li ber çavên min jiyana xwe ji dest da.

Jiyana min ji hingê ve mîna girtina heta hetayê ewqasî tehl e.

Hemû êş û kul di bedena min de kom bûne.”

Dayika Suybe anî ziman ku desthilata Başûrê Kurdistanê tevî hebûn û pirbûna derfetan, ew başguh kirine û ti rojê li rewşa wan nepirsiye.

Nesrîn Cehfer jî ku 2 zarokên wê şehîd bûbûn û 1 jî heya niha wenda ye, birîna xwe wiha vedibêje:

“Em bi erebeya birayê min ber bi gundê Sazanê ve reviyan.

Min keça xwe ya 3 salî hilgirtibû û bi destê kurekî xwe girtibû.

Balafirekê bermîleke kîmyayê bi ser me de barand û her der bû mij û dûman.

Leşkerên Îranî em bi helîkopteran veguhastin Rojhilatê Kurdistanê wê demê zarokên min ji min qut bûn.”

Keça Nesrîn a 3 salî li nexweşxaneya Kengawer a li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, kurê wê yê 4 salî di kîmyabaranê de şehîd bû û kurê wê yê 6 salî jî winda bû.

Dayika Nesrîn desthilata herêmê rexne kir û da zanîn ku berpirs tenê di dema salvegera kumkujiyê de wan bi bîr tînin.

Berî ku şerê Iraq û Îranê bi dawî bibe, rejîma Baas 16 Adara 1988’an bi 50 balafirî bajarê Helebceyê da ber gaza Xerdel û Siyanîdê.

Di encama kîmyabaranê de, zêdeyî 5 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest da û bêtirî 10 hezaran birîndar bûn.

Back to top button