Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk piştgirî da pêngava ji Rêber Ocalan re azadî

Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk piştgirî da pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”.

Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk çalakiyek li parka 4’ê Nîsanê ya Hesekê li dar xist û bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” re nîşan da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Ew 25 salin li dijî Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke dermirovî û derexlaqî tê meşandin.

Tecrîd li dijî pîvanên navneteweyî û sûcekî dermirovî ye.

Em Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk bi hemû rêxistinên, partî û rêxistinên jinên ciwan û ciwanên demokratîk, bi coş tev li vê pêngavê dibin.

Em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî ya hatiye ferzkirin şermezar dikin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin.

Her wiha em bang li tevahî gelên bindest, jin û ciwanan dikin ku tev li pêngavê bibin û piştgiriyê bidinê.”

Back to top button