Rêber Apo ji tevahî gelan re îlham e

Kesayetên civakî yên ji navçeya Til Birakê diyar kir ku Rêber Apo ji tevahî gelan re îlham ramanyar e û got ew ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin.

Kesayetên civakî yên ji navçeya Til Birakê ya kantona Hesekê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo pêngava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da.

Serokê Saziya Olî ya Til Birakî Ehmed Xelîl axifî û ev nirxandin:

“Rêber Abdullah Ocalan ronakbîr e û rêber e, xwediyê fikrê parastina gelên bindest e û ji bo heqiyê şoreşger e.”

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Navçeya Til Birakê Îman El Elî jî nerînê xwe anî ziman û got:

“Em li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan dimeşin û hewl didin azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin.”

Yek ji hunermendên li Til Birakê Teleb El Nazir jî axifî û diyarkirkir ku dê bi çalakî û têkoşîna xwe tecrîdê bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Endama Partiya Pêşxistin û Guhartina Nîştimanî ya Demokratîk Hamid El Xelîl jî got:

” Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelan îlham û ramyar e.

Back to top button