Nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li hemberî van êrîşan divê hêzên kurdistanî seferberiya giştî ragihînin û pêşengiya wê bikin. Nûnerên partiyên bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û li hemberî êrîşên dewleta Tirk bisekinin.
KNK’ê 15’ê Gulanê bi konferansekê seferberiya giştî ragihandibû û banga helwesta neteweyî ya hevpar a li dijî dagirkeriya Tirk kiribû.
Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê anî ziman ku, armanca sereke ji van êrîşên dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e û li dijî hêzên demokratîk û parêzvanên azadî û rûmetê ne.
Luqman Ehmê têkildarî ragihandina seferberiya giştî jî dazanîn ku divê gel tavilê li hemberî van êrîşan serî hilde.
Luqman Ehmê bang li parlamento û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve, biryarên komxebata “Li dijî dagirkeriyê” pêk bîne û li hemberî êrîşên dewleta Tirk bisekinin.
Ferhad Têlo: Divê hêzên Kurdistanî seferberiya giştî ragihînin
Serokê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo jî diyar kir ku partiya wan tevahî biryarên komxebata KNK’ê dipejirîne û divê hêz û partiyên kurdî yên li Kurdistanê pêşengiya seferberiya giştî ya ragihandî bikin.
Ferhad Têlo teqez kir ku li dijî dagirkeriyê gava herî girîng, yekitî û nêrîneke hevpar hebe û piştevahî bi biryarên KNK’ê re were kirin.
Efram Îshaq: Tirkiye serweriya xaka Iraq û Başûrê Kurdistanî binpê dike
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Efram Îshaq anî ziman ku Berxwedana Hêzên Parastina Gel mafekî rewa ye, ji ber ku herêmên xwe, hebûna xwe diparêzin.
Ketina dewleta Tirk a xaka Başûrê Kurdistanê binpêkirineke eşkere li dijî serweriya xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê ye û xizmeta berjewendiyên dewleta Iraq û Başûrê Kurdistanê nake.
Ednan Îzo: Dibê komkara Erebî êrîşên Tirkiyê rawestîne
Her wiha Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Muhafizekarên Demokratîk Ednan Îzo anî ziman ku divê Komkara Erebî biryarekê bide ku êrîşên Tirkiyê rawestîne.