Kolombîya..4 kesan di xwepêşandanê de jiyana xwe ji dest da-HAT NÛKIRIN

Mehek derbas bû lê xwepêşandanên li Kolombiya bi dawî nebûn. Li sernserê welat bi sedhezaran kes li qadan bûn. Careke din pevçûn derket û xwîn rijiya.

4 xwepêşandêr ji aliyê hêzên Kolombiya ve hatin kuştin û nêzî 200 kes jîbirîndar bûn. Li welat rewşa aloz didome.

Li Kolombiya ev meheke rewş aloze.

Tevî paytext Bogota li Medellin, Cali, Baranquilla, Cartagena, Valle de Cauca û Bukaramanga bi sedhezaran kes li qadan bûn.

Qada Bolîvar a li navenda paytextê careke din bû cihê xwepêşandana herî mezin.

Xwepêşandêrên li nava kolanan kom bûn, berê xwe dan qadê.

Xwepêşandanên ku aştiyane despêkirî piştî demekê veguherî rêgirtina li trafîkê.

Di nava tariya şevê de, hêrsa xwepêşandêran ya li dijî Serokdewletê Kolombiya Ivan Duque hebû.

Piştî ku xwepêşandêran ziyan dan cihên xizmeta giştî, vê carê hêzên Kolombiya destwerdan kir û pevçûn derketin.

Li Cali 4 xwepêşandêr hatin kuştin û li Bogota jî 185 birîndar bûn

Li welat di encama xwepêşandanên pêk hatî de, 185 kes birîndar bûn.

Aloziya li nava welat dewam dike.

Di xwepêşandanên li Cali de jî 4 çalakger hatin kuştin.

Li bajar derketina derve hate qedexekirin.

Piştî ragihandina mirina 4 xwepêşandêran Serokdewletê Kolombiya Duque serdana Cali kir.

Li gorî daxuyaniya herî dawî ya Nivîsgeha Ombudsman a Kolombiya, di çalakiyên ku 28’ê Nîsanê ji ber reforma bacê ku li welat despê kirî de, 46 xwepêşandêr hatin kuştin.

Saziyên serbixwe jî ragihandin ku di 30 roj ji xwepêşandanên li welat pêk hatîn de, 54 çalakgeran jiyana xwe ji dest dane û jimara birîndaran jî 1500 derbas kiriye.

Back to top button