Rêveberiya xweser: divê ji bo DAIŞ’ê dadgeheke navdewletî were avakirin

Rêveberya Xweser ji bo darizandina girtiyên DAIŞ’ê civînek çapemeniyê li darxist û daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî kir.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê têkildarî girtiyên DAIŞ’ê li bajarê Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li gel rêveberiya xweser zêdetirî 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê û bi deh-hezaran malbatên wan li bakur û rojhilatê Sûrî girtî hene.

Herwiha hate gotin ku ji ber êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li hermê çalak bûne.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyarkir ku dewleta Tirk li Girê Spî û Serêkaniyê çeteyên DAIŞ’ê dide şerkirin û niha li gel wan navê belgekirî yên serçeteyên DAIŞ’ê hene.

Di dawî de Rêveberya Xweser ji bo darizandina girtiyên DAIŞ’ê daxwaz kir ku dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhlatê Sûrî were avakirin.

Leave a Reply

Back to top button