3.Kongreya Meclîsa Gel a Mexmûrê bi hilbijartina meclisa nû ve bi dawî bû

3.Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê bi hilbijartina meclisa nû bi dawî bû.

Kongre bi duruşmeya ‘Bi avakirina civaka demokratîk û xwe parastina cewherî Rêber Apo azad bikin, dijmin têk bibin’ û bi tevlîbûna 420 delegeyan pêk hat.

Di Kongreya ku 6 rojan domiya de pirsgirêkên rêxistinî hatin nîqaşkirin û hilbijartinên hevserokên Meclîsê û hevserokên Dîwana Meclîsê hatin kirin.

Di hilbijartinên hatine kirin de Fîlîz Budak û Ehmed Şehbaz wekî hevserokên Meclîsê, Elî Bilehî û Nûdem Yeman jî ji bo Dîwana Meclîsê hatin hilbijartin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axaftina dawî kir.

Fîlîz Budak di axaftinên xwe de Kongre li Rêber Apo û tevahî delegeyan pîroz kir û diyarkir ku ewê li ser esasê fikrê rêber apo pergala xwe hîn xurtir avabikin

Piştî axaftina girtinê, endamên meclîsa nû ku ji 95 kesan pêktê, sond xwarin û herî dawî kongre bi xwendina ancamnameya kongrê bi dawî bû.

Delegeyên 3. kongreya Meclisa Gel ya Mexmûrê bêhelwestiya CPT’ê şermezar kir

Back to top button