RSF: Ji sala 2000’an ve 165 rojnamevan windabûne

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor ragihand ku ji sala 2000’an ve 165 rojnamevan windabûne.
Di nava welatên ku herî zêde rojnamevan lê windabûyîn de Sûriye herî li pêşe û Iraq jî di rêza sêyemîn de ye.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor bi daxuyaniyekê ji sala 2000’an ve hejmara rojanmevanên li 38 welatên cîhanê windabûyîn eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê ji sala 2000’an heta niha 165 rojnamevan hatine windakirin û di nava welatên ku herî zêde rojnamevan lê windabûyîn de Sûriye bi 33 rojnamevanan di rêza pêş de ye.

Rêxistinê diyar kir ku li pey Sûriyê, Yemen bi 11 rojnamevanên windabûyî di rêza duyemîn de ye.

Her wiha Iraq bi 8 rojnamevanan di rêza sêyemîn de cih digire û piştî wê jî li Misirê jî 4 rojnamevan windabûne.

Ev yek jî nîşan dide ku Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa ji bo rojnamevanna cihên herî metirsîdar ên cîhan e.

Back to top button