Li cîhanê derdora 3 milyon û 600 hezar kes bi Coronayê ketine

Li tevahiya cîhanê, qurbaniyên vîrûsa Coronayê 3 milyon û nîv derbas kir. Amerîkayê jî dibêje ku ev vîrûs li taqîgeheke li bajarê Wuhan ê Çînê derketiye.

Li cîhanê heya niha derdora 3 milyon û 600 hezar kes bi vîrûsê ketine, ji wan derdora 250 hezar kes mirine û milyonek û 150 hezar jî sax bûne.

Li Amerîkayê ku hê jî xwe di rêza yekemîn de digire, heya niha derdora milyonek û 150 hezar kes bi vîrûsê ketine zêdeyî 66 hezar kes mirine.

Her wiha li Îtalyayê zêdeyî 210 hezar kes bi vîrûsê ketine û 29 hezar kes mirine.

Li Spanyayê jî zêdeyî 216 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdeyî 25 hezarî mirine.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro eşkere kir ku li cem wan belge hene ku vîrûsa Coronayê li taqîgeheke li bajarê Wuhan ê Çînê derketiye.

Beriya niha Donald Trump, bi zimanekî tund Çînê rexne kir û ew tewanbar kir ku derbarê destpêka derketina vîrusê civaka navdewletî xapandiye.

Back to top button