Meclisa navçeya Til Hemîsê rêze tedbîr û biryar girtin

Meclisa Navçeya Til Hemîsê ya girêdayî Kantona Hesekê, ji bo pêşîlêgirtina şewatan di mewsima çinînê de rêze tedbîr û biryar girtin.

Meclisa Navçeya Til Hemîsê bi koordîneya Komîteya Çandiniyê civînek ji endamên rêveber ên saziyên navçeyê, Hêzên Parastina Civakî û Buroya Têkiliyan a QSD re li dar xist.

Di civînê ji bo pêşîlêgirtina şewatan rêze tedbîr û biryar hatin girtin, ji wan:

– Komîteyên awarte ji hêla meclisa navçeyê û şaredariyên girêdayî wê dê werin avakirin.

– Rêyên sereke ji hêla Şaredariya Gel a navçeyê û şaredariyên girêdayî wê ve bên ajotin.

– Hevkariya şêniyan bi rêveberiya navçeyê re divê were xurtkirin.

– Divê teraktor û sahrîcan ji bo rewşên awarte amade bin.

– Hejmara erebeyên agirvemirandinê li navçeyê were zêdekirin.

Back to top button