Tirkiye: Rûsya soza agirbesteke li Idlibê daye me

Piştî ku wezîrê derve yê rejîma Sûrî tekez kir ku çareseriya li Idlibê leşkerî ye, dewleta Tirk a dagirker behsa agirbesteke li Idlibê dike.

Berdevkê serokatiya dewleta Tirk Îbrahîm Kaln doh di kongreyeke çapemeniyê de ragihand ku Rûsya soz daye wan ku di saetên bên de wê li Idlibê agirbestek pêk bê.

Kaln destnîşan kir ku ji bi êrîşên rejîm û Rûsyayê yên li dijî çeteyên li Idlibê, Tirkiye nameyeke tûj ji rejîmê re şandiye û got:

Şandeya Tirkiyê ya li Rûsyayê tekez kir ku Rûsya soz daye ku ew ê hemû hewldanên xwe bike da ku agirbestekê li Idlibê pêk bîne.

Berdevkê serokatiya dewleta Tirk Îbrahîm Kaln diyar kir ku pêkneanîna agirbestê li Idlibê binpêkirina hevpeymana Sûtchiyê ye.

Wezîrê derve yê rejîmê jî ji Rûsyayê ragihand ku çareseriya li Idlibê leşkerî ye û hevpeymana Sûtchiyê têk çûye.

Leave a Reply

Back to top button