Rêveberiya Xweser hewl dide ava ji Hesekê re peyde bike

Rêveberiya Xweser hewl dide bi rêya projeyeke stratejîk ava vexwarinê ji bajarê Hesekê û gundewarên wê re peyda bike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dema êrîşî bakur û rojhilatê Sûrî kirin, destpêkê çavkaniyên jiyan hedef girtin û di encamê çeteyan stasyona ava vexwarinê ya Elûkê dagir kirin.

Dagirkirina stasyona Elûkê ava vexwarinê li ser hezaran şêniyên Hesekê û gundewarên wê qut kir.

Rêveberiya Xweser jî ji bo dîtina çareseriyekê ket nava hewldanan û dest bi projeyeke stratejîk kir.

Li gorî projeyê wê av ji cemê xabûrê ber bi bendava Hesekê ya li rojhilatê bajêr bi rêya kenalan bê kişandin.

Li gorî agahiyan lêçûna projeyê 3 milyar û 134 milyon lîreyên Sûriyê ye.

Hevserokê Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a Hesekê Ebdulxafûr Oso destnîşan kir ku proje di qonaxên fenî yên dawî de ye.

Oso diyar kir ku ev proje wê ji 120 heya 150 rojan piştî diyarkirin budçeyê û destpêkirina kar bidawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button