
Li Bûrkîna Fasoyê li dijî baregeheke leşkerî êrişek pêk hat, 35 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Artêşa Bûrkîna Fasoyê ya rojhilatê Afrîkayê ragihand ku komeke mezin a terorîstan êrişî baregeheke leşkerî û sivîlan li bajarê Arpenda kir.
Di encama êrişê de 35 sivîl ku piraniya wan jin in, hatin kuştin.
Her wiha artêşê diyar kir ku 7 leşker û 80 terorîst di êrişê de hatine kuştin.
Êrîş ji aliyê bi dehan terorîstên li ser motorsîklêtan ve pêk hat û çend seatan dewam kir.
Heta niha tu aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.
Serokkomarê Bûrkîna Fasoyê Roch Marc Christian Kabore ji ber bûyerê şîna neteweyî heta 48 seatan ragihand.