Heta cihên olî ji dagirkeriyê nefilitî .
Vê sibehê dewleta Tirk Mizgefta gundê Cat ya Minbicê topbaran kirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê raghand dagirkeran Mizgefta gundê Cat ya Minbicê bi du moşekan kir hedef.
Zerareke mezin gihişt Mizgeftê .
Dagirkeran gundê Seyda yê bakurê navçeya Eyn Îsa , rêya M4 û xwaringeha Saqir topbaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dagirkeriya Tirk bi çekên giran gund hedef girt.