Dayîkên Şemiyê çalakiyên xwe li ser medya civakî didomînin

Dayikên Şemiyê ku çalakiyên xwe her hefte pêk danîn, niha ji ber belavbûna vîrûsa Cororna li ser medyaya cîvakî didin meşandin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 700’î ya çalakiyê de rastî mudaxaleya polîsan hatin.

Ev 4 hefte ye, ji ber vîrusa korona li ser çapemeniya civakî çalakiya xwe didomînin.

Dayika rojnameger Ferhat Tepe yê di 1993’an de hat qetilkirin, Zubeyde Tepe got:

Emê têkoşîna xwe bidomînin. Aqûbeta zarokên xwe her tim bipirsin.

Biryara vekişîna ji kolanê bê-guman em xemgîn kirin.

Zubeyde diyar kir ku her şemî saet 12’an çalakiyê dişopînin û wiha domand:

Ez baş ji înternetê fêm nakim. Aqûbeta kê bê-pirsîn, xizmên wan daxuyanî didin.

Zubeyde dawiyê bang li hemû dayikan kir ku ji bo rewşa heyî xemgîn nebin û baş li tenduristiya xwe baldar bin.

Birayê Kenan Bîlgîn yê 12’ê îlona 1994’an di bin çavan de hat windakirin, Îrfan Bîlgîn jî got:

Di vê rewşê de me nikaribû em mirovan li wir kom bikin.

Tenduristiya mirovan ji bo me girînge.

Me biryar da ku em li ser çapemeniya civakî çalakiyê bidomînin.

Back to top button