Êrişên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê bê naver dewam dikin. Ji duh heta îro, careke din gundên Eyn Îsa, Minbic, Şehba, Şêrawayê û Til Temirê bi dijwarî topbaran kirin. Ji ber topbaranê, ziyan gihiştin welatiyan.
Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser hêrêmê didomin.
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê îro piştî nîvro, gundên Tewîla yê li ser riya M4 û Til Tewîl ê Asûran ên li rojavayê navçeya Til Temirê, topbaran kir.
Duh derengiya şevê jî gundê Helon-cî û Muh-sinlî yên bakurê Minbicê ji aliyê dagirkeran ve hat topbarankirin..
Hemwextî wê, gundên Aqîbê, Soxanekê, Ziyaretê, Bênê û Xirêbkê yên navçeya Şêrawayê jî rastî êrişan hat.
Di encamê de agir bi erebeyeke welatiyê bi navê Îsa Ebdo û maleke li gundê Aqîbê ket..
Her wiha gundên Dad Ebdal û Eqriyê yên bakurê Zirganê bûn ermanca êrişên dagirkeran .