Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê li rojavayê navçeya Îsayê topbaran kirin.
Dagirkeran gundê Seyda yê bakurê navçeyê, rêya M4 û xwaringeha Saqir topbaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dagirkeriya Tirk bi çekên giran gund hedef girt.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin û hêzên garantor jî li hemberî van êrişan bêdeng in.