MSD’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî navenda wan pêk hat şermezar kir

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk- MSD’ê bi daxuyaniyekê êrîşa ku doh li dijî navenda wan a li bajarê Qamişloyê pêk hat şermezar kir.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku doh bi şev navenda wan ji aliyên çekdarên ne diyar ve rastî êrîşeke terorîstî hat û got:

“Di encama êrîşê de tenê zirarên madî çêbûn.

Hêzên Asayîşê li ser êrîşê lêkolînan dikin.”

MSD’ê anî ziman ku aliyên ku li pişt vê êrişêne dixwazin hewildanên wan ên pêşxistina diyalogê di asta navxweyî de têk bibin û wiha pê de çû:

“Em ji raya giştî re piştrast dikin ku ev êrîş me ji berdewamkirina xebatên me yên ji bo bidestxistina armancên ku em pê bawer in, dûr naxe.

Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku aramiya siyasî ya ku Sûrî xeyal dikin pêk were.”

Back to top button