Êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser herêman Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber didome.
Dagirkeriya Tirkiyê doh êvarê careke din gundewarê Şehba, Minbic û Tilrifatê topbaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker doh gundê um el Ebed ya herêma Şehbayê, gundê çatê yê li bakurê bajare Minbicê dikeve bi obîs û hawanan tobaran kir.
Heman wextê Dewleta tirk a dagirker derdora navçeya Til Rifat jî topbaran kir.
Di encama van êrişan de ziyanên madî gihişt erd û zeviyên xelkên herêmê.