Kîev: Em xaka xwe careke din kontrol dikin

Artêşa Ukrayna ragihand ku di êrişa diber ya dayîn despêkirin de, ew xaka welat ji bin kontrola Rûsya derdixin.
Moskow jî Kîevê bi êrişa balafirên bêmirov ya li dijî paytextê tewambar dike.
Moskow îdia kir ku Ukrayna bi balafirên bêmirov êrişî wê kiriye û herî kêm 5 ji van balafiran hatine xistin.

Şerê li Ukrayna dijwar derbas dibe.

Êrişa dijber ya hêzên Ukraynî ku dayîn despêkirin, daxwazên Kîevê kêm jî be pêk tîne.

Rêveberiya Ukraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî şerê dijwar ê hefteya borî wan li eniyên rojhilat û başûr zêdetir herêm bi dest xistine.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got:

“Hefteya borî şerê li eniya dijwar bû, lê pêşdeçûna me dewam e.

Em gav bi gav bi pêş ve diçin.”

Alîkara Wezîrê Parastinê ya Ukraynayê Hanna Maliar got,

“28 kîlometre li herêmên li başûr hatine rizagkirin zêde bûye.

Bi vî awayî tevahiya qada ku ji destpêka hezîranê ve hatiye rizgarkirin dibe 158 kîlometre çargoşe.”

Şoygu: 16 tankên Leopard ên rojavayiyan hatine bêkêrkirin

Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku 16 tankên Leopard ên Rojavayî yên ku radestî Ukraynayê hatibûn kirin, hatin bêkêrkirin.

Şoygu destnîşan kir ku êrişa dijber ya Ukrayna despêka Hezîranê dayî despêkirin jî negihiştiye armanca xwe.

Şoygu ji bo cara yekem serhildana Wagner a di dawiya hezîranê de nirxand û got:

Serhildan bandorê li operasyonên leşkerên li Ukraynayê nekir.

Ji aliyê din ve li Den Haagê buroya navneteweyî ji bo lêkolînkirina êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê hat vekirin.

Kîev ev yek weke gaveke dîrokî ya ji bo avakirina dadgeheke dawî ya bo darizandina Serêkê Rûsyayê bi nav kir.

Rûsya: Ukrayna herî kêm bi 5 balafirên bêmirov êrişî Moskowê kir

Hemwextî şerê dijwar yê li nava Ukrayna, Rûsya bi pêkanîna êrişa li ser Moskowê tewambar kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku wan Ukrayna bi bêtirî 5 balafirên bêmirov êrişî paytext Moskowê kirine.

Wezaretê diyar kir ku piştî xistina 4 balafirên bêmirov yên din, aliyê xwe guhertine.

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsya Mariya Zexerova jî daxuyakirin ku ev êrişa Ukrayna ji bo demekî kin bandor li ser geştên asmanî yên li paytextê kiriye.

Li ser mijarê heta niha ji Ukrayna ti daxuyaniyek ne hatiye dayîn.

Ukrayna: Di nava hefteyekê de 37 kîlometre hat rizakirin

Back to top button