Têkiliyên Tirkiye û Misirê derketin asta balyozxaneyê

Tirkiye û Misir êdî dixwazin dawî li nakokiyên di navbera xwe de bînin.
Ji ber vê yekê şefê rejîma Tirkiyê Erdogan li pey razîkirina serokê Misir Sîsî ye.
Di vê çarçoveyê de herdû welat piştî 10 salan gihiştine asta vekirina baylozxaneyên xwe.

Tirkiye û Misir, piştî 10 salan careke din hewil didin atmosferek aram aram bidin çêkirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ê ku Serokomarê Misirê Ebdulfettah es-Sîsî weke darbekar bi nav kir niha hewil dide bi wê re rûnê.

Enqere û Qahîrê ragihandin ku têkiliyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de gihîştine asta balyozxaneyan.

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Li gorî biryara Serokên her du welatan asta têkiliyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de hat zêdekirin.”

Hate diyarkirin ku armanca vekirina balyozxaneyan û asayîkirina peywendiyên di navbera her du welatan de ye.

Erdogan, ji 2013’an ve Sîsî weke darbekar bi nav dikir

Têkiliyên di navbera Tirkiye û Misrê de, di sala 2013’an de xirab bû.

Ev yek piştî ku Ixwaniyên ji aliyê Tirkiyê ve piştevaniyeke zêde digrin ji deshilatê hate girtin pêk hat.

Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan ji wê rojê ve, hertim rêveberiya Misirê bi darbekarî binav kir û peywendiyên xwe li gel wî welatî qut kir.

Lê vê yekê ziyaneke mezin da Enqerê.

Erdogan yê ev yek dît, vê carê dest bi xwe şîrînkirinê kir.

Di navbera Enqere û Qahirê de têkîliyên dîplomasî

Hewldanên ji bo normalîzekirina têkiliyên her du welatan piştî sala 2021’an zêde bûn.

Ji bo asayîkirina peywendiyan di sala 2021’ê de di navbera her du welatan de hevdîtinên lêkolînê hatin kirin.

Serokomar Erdogan û Serokomarê Misrê Sîsî herî dawî di 20’ê Mijdara 2022’an da li Dohayê ku ji bo merasima vekirina Kupaya Cîhanî ya FIFAyê çûbû, hevdû dîtibûn.

Piştî serdana Wezîrê Derve yê Misirê Samîh Şukrî bo Tirkiyê, Wezîrê Derve yê berê Mewlûd Çavuşoglu di 18’ê Adarê de li Qahîreyê bi hempêşeyê xwe yê Misirê re civiya.

Serdana Çavuşoglu ya Misrê piştî 11 salan yekem serdana Tirkiyê di vê astê de bo Misrê bû.

Back to top button