HRE: Hevala Zîn ji bo hevrêyên xwe her tim bû çavkaniya hêz û moralê

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Zîn Sekvan 18’ê Tebaxê di encama êrişeke xedar a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

HRE derbarê şehadeta şervana wan Zîn Sekvan de daxuyaniyek da û sersaxî ji malbat û gel re xwest ev tişt got:

“Rêhevala me Zîn bi hêrsa tolhildanê di eniyên cengê yên herî pêş de cihê xwe girt.

Bi dilpakî û hevaltiya xwe ya bê emsal ji bo hevrêyên xwe hertim bû çavkaniya hêz û moralê.

Ji bo vegera li Efrînê, gelek rêhevalên me canê xwe yê ciwan û bedew kirin xelat.

Şehîda yekemîn a Yekîneyên Şehîd Avesta, Rêheval Ruken Zerdeşt bû, Rêhevala me Zîn Sekvan jî bi dilsoziyeke mezin li ser şopa Avesta û Ruken’an meşiya.”

“Her şehîdek me hêrsa me ya tolhildanê û israra me ya tekoşîn û berxwedanê xurtir dike.”

bi vê gotinê HRE soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armanca wan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Roşîn Elî bi nasnav Zîn Sekvan di 18’ê Tebaxa 2023’yan de li herêma Efrînê şehîd bû.

Nasnav: Zîn Sekvan
Nav û Paşnav: Roşîn Elî
Navê Dayik: Şaîbê
Navê Bav: Mehmud
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê | 18’ê Tebaxa 2023

Back to top button