Li Tûzlûçayir a Enqereyê, 4 kesên ku ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê bang kiribûn, hatin binçavkirin.
Li taxa Tûzlûçayir a navçeya Mamak a Enqereyê, nûnerên HDP’ê û gelek partiyên din, xwestin bi boneya 1’ê Gulanê çalakiyekê li dar bixin, lê polîsan astengî derxistin.
Tevî zext û zordariyê jî, nûnerên saziyan devpoşk danîn û li gorî rewşa Corona û tedbîran tev geriyan, daketin qadê û siloganên “Bijî 1’ê Gulanê”qîriyan.
Paşê daxuyanî hate dayin û hate gotin, “Sîstema kapîtalîst ne ya dewamkirinê û yekane hêza ku jiyaneke mirovane ava bike, çîna karkeran e.”
Herî dawî saziyan bang li her kesî kir ku roja 1’ê Gulanê ji malên xwe derkevin û karkeran li kargehan dengê xwe bilind bikin.
Piştî çalakiyê, polîsan 4 kes binçav kirin.