Balafirên şer ên Îsraîlê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û hêzên Îranî yên nêzî sînorê parêzgeha Derayê, kirin armanc.
Ajansa SANA ragihand ku duh di derengiya şevê de, Îsraîl ji asmanê Libnanê, hinek nuqteyên li başûrê welêt kirin armanc û tenê zirarên madî çêbûn.
Ji aliyê xwe ve, navenda Çavdêriya Sûrî jî diyar kir ku balafirên Îsraîlê êrîş birin ser nuqteyên li herêma Til Ehmer û gundewarê Me’iriyê yên Derayê.
Hefteya borî jî, balafirên Îsraîlê nuqteyin Îran û Hizbullaha Libnanê yên li Şam û derdora wê topbaran kirin û çend çekdarên Îranî hatibûn kuştin.