Dagirkeran li Şiyê û Mabata ji bo avakirina wargehan daristan şewitandin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê tevî sûcên din guhertna demografyayê jî didomîne.
Dagireran ji bo ku kampan ji malbatên çeteyan re ava bikin daristanên navçeya Şiyê û Mabata yên Efrînê şewitandin.
Her wiha ji bo dizîn û lêgerîna şûnwaran çeteyan aliyê rojhilat ya keleha Nebî Horî dikolin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna guhartina demografî û avakirina wargehan ji malabatên çeteyan re daristanên Efrînê dişewitîne.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku çeteyan daristanên li navçeyên Şiyê û Mabata şewitandin.

24’ê vê mehê, çeteyan agir bi daristana gundê Erendê yê navçeyê Şiyê xist û zêdeyî 300 dar hatin şewitandin.

20’ê vê mehê jî, daristana di navbera gundên Hec Qasim û Dela yên Mabata hat şewitandin.

Li gorî Rêxistinê, dagirkeran ji bo firotina êzingan û avakirina wargehan ji malabtên xwe re agir bi daristanan dixin.

Rêxistinê diyar kir ku li navçeya Şera, wargehek ji malbatên çeteyan re li cihê daristaneke ku çeteyan şewitandibû, tê avakirin.

Di vê wargeha ku di navbera gundên Omera û Qestel Cindo de ye, dê du hezar mal bên avakirin.

26’ê Gulana borî jî bi heman sedamê çeteyan agir bi daristanên gundê Remedana û Hec Hesna yê Cindirêsê xistin û derdor 20 hektar erd hat şewitandin.

Ji bo dizîna şûnwaran çareke din keleha Nebî Horî tê kolandin

Li aliyekî din ji bo dizîna şûnwarên Efrînê, çete derdora keleha Nebî Horî dikolin.

Rêxistinê diyar kir ku çete keleh, girên dîrokî û erdên şêniyên ku derdorî kelehê bi alavên giran dikolin.

Ji ber vê çete nahêlin şênî nêzî erdên xwe bibin.

Li gorî Rêxistinê, çeteyan aliyê rojhilatê keleha Nebî Horî jî bi awayekî veşartî kolandin.

Back to top button