Cenazeyê şehîd Ekrem Ustek bi merasîmekê li Dêrikê hate oxirkirin

Cenazeyê Ekrem Ustek ku di encama êrişa li ser Kobanê de şehîd bû, bi merasîmekê li Dêrikê hate oxirkirin. Her wiha cenazeyê cenazeyê şervanê Meclisa Minbic ya Leşkerî Salih Şêx Salih jî li goristana Şehîd Dicle a ya li Kobanê hate oxirkirin.

Bi sedan şêniyên Dêrikê beşdarî merasima oxirkirina şehîd Ekrem Ustek ya li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bûn.

Di merasîmê de, li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Paşê cenazeyê şehîd Ekrem bi dirûşm û tililîyan hat oxirkirin.

Şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê Ş. Salih Şêx Salih oxir kir

Li Kobanê jî, bi merasîmekê cenazeyê şervanê Meclisa Minbic ya Leşkerî Salih Şêx Salih li goristana Şehîd Dicle hat oxir kirin.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û cenazeyê şehîd hat oxirkirin.

Back to top button