Şîrketên dermanan bi erêkirina hikumeta Şamê keysbaziyê dikin

Gendelî di nava sektora tendûrîsti ya hikumeta şamê belav bûye.
Şîrketên dermanan ên girêdayî hikumeta Şamê, bi alîkariya hikumetê keysbaziya dermanan dikin, wan vedişêrin ji bo nirxê wan biha bikin.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê beriya mehekê careke din derman biha kirin.

Rêjeya bihakirinê di navbera ji sedî 70 heta ji sedî 100 bû.

Ji 2023’yan ve, ev cara sêyemîn e ku hikûmeta Şamê biryareke wisa dide.

Lê gelek şîrketên dermanan yên girêdayî hikumeta Şamê ku gelek cureyên dermanan keysbaz kirine, îdia kir lîsteya bihakirinê ya bêyî ragihandineke fermî derketiye, li gorî wan kêm e.

Li gorî çavdêran kiryarên wisa ji aliyê saziyên girêdayî hikumeta Şamê ve nîşan didin ku hikumeta Şamê amadekariyan dike ku lîsteyeke din a bihakirina dermanan derxe.

Bihabûya dermanan barê weatiyên Sûrî girantir dike

Di encama biryarên bihakirina dermanan de hin derman ji sedî hezar û 500 biha bûne.

Ev jî barê welatiyên sûrî girantir dike ku li gorî bîlançoya Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî, ji sedî 90’ê wan di bin asta xizaniyê de ne.

“Gendelî di nava tendûrîsti ya hikumeta Şamê belav bûye”

Gelek şîrketên dermanan, serî li gelek listîkan didin ji bo ku qezenca herî zêde bi dest bixin.

Dermanfiroşekî ku ji ber tirsa girtinê ji aliyê hikumeta Şamê ve nexwest navê xwe aşkera bike, got:

“Gendelî di nava sektora tenduristiyê ya hikumeta Şamê de belav e û gihaştiye astên xeternak.

Heman dermanfiroş diyar kir ku gelek şîrketên dermanan, serî li gelek listîkan didin ji bo ku qezenca herî zêde bi dest bixin.

Gelek dermanfiroş bang kirin ku qanûna “sûcdarkirina danûstandina bi dolarê” bê betalkirin ji bo ku anîna madeyên pêşîn ên dermanan ji derve hêsan bibe.

Hikumeta Şamê bihaya dermanan sedî 100 bilind kir

Back to top button