YPJ’ê: Havala xwe Ş.Mizgîn Kobanê 2’ê Tîrmehê de şehid bibû

Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê têkildarî derewên ku dewleta Tirk belav dike ku şehîd Mizgîn Kobanê nû şehîd bûye, daxuyaniyek da û da zanîn ku Mizgîn Kobanê di 2’ê Tîrmehê de şehîd bûbû.

YPJ`ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya nûçeyên derew dixwaze binkeftinên xwe binixumîne û got:

Her roj agahiyên hevalên me yên ku me şehadetên wan di demên derbasbûyî de ji raya giştî re eşkere kiriye, weke ku ew heval nû şehîd bûne pêşkêşî civakê dike.

Ev rêbaza ku dewleta Tirk a dagirker bi kar tîne yek ji rêbazên feraseta dewletên desthilatdar û faşist e.

Hevala me Mizgîn Kobanê, di 2’yê Tîrmehê de di encama êrişa balafirên bêmirov a dewleta Tirk de li Reqayê şehîd bibû.

Me ev bûyer bi gelê xwe û raya giştî re di dîroka 3`yê Tîrmeha 2022’an de parve kiribû.

Lê dewleta Tirk wekî ku ev bûyer nû qewimiye careke din bêexleqiya xwe ji hemû cîhanê re eşkere dike.

Back to top button