Rewşenbîrên Helebce: Divê partiyên Kurdan bibin yek

Çavdêrên siyasî û mamostayên zanîngeha Helebce ya Başûrê Kurdistanê daxwaz ji hemû partiyên kurdan dikin ku li beramberî êrişên ku li ser xaka Kurdistanê tê kirin yekbin.

Berpirsê Ofîsa Tevgera Goran ya bajarê Helebce Nizar Mehmud dibêje :

“Aramiya heyî beşek wê bi me Kurdan ve girêdayî ye .

Ji ber me nekariye em bi şêwazek baş nêzî vê rewşa li herêmê rû dide bibin.

Nizar Mehmud diyar kir ku dagirkeriya Tirk naxwaze partî û hêzên kurdan hebin.

Mamostayê Zanîngeha Helebce Usame Eşref jî wiha got:

“Başûrê Kurdistan çiqas bihêz be pêşbikeve, piştgirek ji bo parçên din ên Kurdistanê ye.

Lê çiqas lewaz be, ji bo parçên din jî dibe pirsgirêk.

Hemû parçeyên Kurdistanê hêza xwe ji hev digrin.

Lê bêdengiya Başûr a li beramberî dagirkeriya ku li ser xaka wê tê meşandin, karesate.

Divê êdî dev li vê bêdengiya xwe bidin.”

Back to top button