8 Sal di ser Komkojiya Pirsusê re derbas bû lê kiryarê rasteqîn nehatin darizandin

Di ser Komkujiya Pirsûsê re 8 sal derbas bûn. Hiqûqnasan diyar kir ku hê jî bersûcek nehatiye darizandin û gotin ku divê polîtîkaya DAIŞ’ê ya dewletê bê darizandin.

Piştî ku desthilata AKP’ê di neçareserkirina meseleya kurd de israr kir û di sala 2015’an de vegeriya polîtîkayên şer:

Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî ciwanên bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo Kobanê Pirsûsa Rihayê kom bûn, DAIŞ’ê êrişeke bombeyî pêk anî.

Di vê êrişa DAIŞ’ê de 33 kesan jiyana xwe ji dest da û 104 kes jî birîndar bûn.

Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel diyar kir ku heya niha têkildarî Komkujiya Pirsûsê darizandineke çalak nehatiye kirin.

Oncel anî ziman divê ji darizandina kesên ku rê li ber polîtîkaya DAIŞ’ê ya dewletê xistin dest bi darizandinê bê kirin û got: 8 sal derbas bûn, lê 18 sal jî derbas bibin em wekî baro em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.

Back to top button