Nûnera NY a li Iraqê: Mayîna Iraqiyan di kampa Holê metiriyê mezin dike

Pirsgirêka Kampa Holê ku bi deh hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin her diçe mezin dibe. Nûnera Taybet a NY li Iraqê da zanîn ku mayîna koçberên Iraqê li Kampa Holê metirsiyeke mezin e.

Jeanine Plasschaert  ragihand ku NY wê dest bi vegerandina girtiyên Iraqê li Kampa Holê bike û got:

Neteweyên Yekbûyî amade ye wan koçberên ku bi sûcê DAIŞ’ê hatine girtin, vegerînin nava civakê û wan perwerde bikin.

Mayîna Malbatên DAIŞ di kampan metirsiyek mezin bi xwe re çêdike..

Vegerandina wan li welatê wan ji bo ewlehî ya herî başe.

Ji bo vegera malbatan, em pêşwaziyê li biryara destpêka 2021’ê ya Iraqê dikin..

Jeanine da zanîn ku nêzî 450 malbat ku ji 800 endaman pêk tên, ji Gulana 2021ê ve hatine vegerandin û got,

Em jî amade ne ku ji bo qonaxa piştî vegerandina wan li ser pêşkêşkirina alîkariyê di warê mirovî de, dewam bikin.

Back to top button