Çeteyên dewleta Tirk 2 welatî li Efrînê revandin

Li herêmên dagirkirî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê sînoran nas nake.
Dagirkeran li Efrînê du welatiyên din revandin.
Li Girê Spî jî ji ber li dijî siyaseta Tirkkirinê derketine 6 kes hatin girtin.

Malpera Efrîn NEWS 24 ragihand çeteyên ku navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin welatiyê Kurd ê bi navê Rêzan Hiso revandin.

Rêzan Hiso 42 salî ye ji gundê Hesendêra ya Bilbilê ye.

Li gorî Efrîn NEWS dema Hiso vedigere Efrînê yekser ji aliyê çeteyan ve tê revandin û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.

Tora Çalakvanên Efrînê jî diyar kir çeteyan welatiyê temen mezin Mihemed Betal yê 68 salî revandin.

Hat diyar kirin Betal bi behaneya ku berê bi Rêvberiya Xweser re kar kiriye ji mala xwe ya li gundê Ereba ya Mabatayê hate revandin.

Li Girê Spî ji ber li dijî siyaseta Tirkkirinê derketin 6 hatin girtin

Her wiha li Girê Spî jî çeteyên dewleta Tirkiyê 6 kesên ku li dijî binavkirina navendên giştî bi Tirkî derketine ji kar derxistin û paşê jî hatin girtin.

Li gorî ANHA’yê navê 3 karmendên ku hate zanîn ev in:

Enes El Dexîl, Mihemed Riwêşid û Mensûr El Dendel.

Di meha borî de 5 mamoste li Girê Spî ji ber perwerdeya bi zimanê Tirkî red kiribûn, hatibûn girtin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatiyên din li Efrînê revandin

Back to top button